Hewlêr, 13 Hezîran – Hikûmeta Iraqê ragihand ku ew ê zimanê kurdî wek derseke serekî di dibistanên amadeyî li seranserê welat de bide xwendin.
Li gorî nûçeya malpera kenala “Iraqiye” ya fermî ya Iraqê, birêveberê xwendina kurdî di Wezareta Perwerde ya Iraqê de Hisên Caf daxuyand ku di destpêka sala nû ya xwendinê de, dê zimanê kurdî wek derseke serekî di dibistanên Iraqê de bê xwendin.
Caf amaje kir ku ev pilan bi piştgiriya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî tê encamdan.
Ji serdema rejîma Baas a hilweşiyayî û heta niha, zimanê kurdî tenê di qonaxa 4 a amadeyî de tê xwendin.
Niha, bêtirî 1500 dibistanên zimanê kurdî li derveyî Herêma Kurdistanê hene ku li parêzgehên Diyale, Selahedîn, Kerkûk û Nînowayê ne. Di serdema Baas de ew dibistan kêmtirî 50 dibistanî bûn.
Di sala 2003yan de, Iraqê zimanê kurdî wek duyemîn zimanê fermî piştî erebî di destûr de danî.
(AKnews)


































