Rewşa kirdkîya nuştekî
Ez hêvîdar a ke xebata kirdkîya nuştekî bi nê tempoyî roje bi roje hîna aver şiro.
Munaqeşeyo derheqê “zazakî” û “zazayan” de
Munaqeşeyo ke derheqê “lehçe” û “ziwanî” de yan zî rasterast derheqê “zazakî” û “zazayan” de beno, zaf newe yo.
Bi Zazakî Tefsîrê Quranê Kerîmî neşir bî
Mufesîr Feqî Çolîgî (Bîlal Xoce) bi nameyê "Tefsîrê Qur’onê Kerîm: Zazakî" yew tefsîr-meal amade kerd.
Tahsîn Sever: Mela Mistefa rêberekî demokrat bû

Tahsîn Sever: Mela Mistefa rêberekî demokrat bû

16 Mart 2013 Cumartesi 20:40
Platforma Demokratên Kurd, Mela Mistefa Barzanî bi panelek bi bîr anî. Nivîskar Tahsîn Sever, diyar kir ku Barzanî rêberekî demokrat bû û heke îro bijiya dê tu caran dev ji statûya siyasî ya Kurdistanê bernedaya.

Platforma Demokratên Kurd (PDK), Mela Mistefa Barzanî bi panelek bi bîr anî. Nivîskar Tahsîn Sever, diyar kir ku Barzanî rêberekî demokrat bû û heke îro bijiya dê tu caran dev ji statûya siyasî ya Kurdistanê bernedaya.

Panel li Salona Mîryildizê ya Amedê pêk hat. Bi sedan kes tevli panelê bûn. Nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî jî di panelê de amade bûn. Ji bo bîranîna Barzanî û qurbaniyên Helepçeyê jî deqeyek rêz hate girtin û sirûda neteweyî Ey Reqîb hate xwendin. Beriya panelê li ser têkoşîn û jiyana Mela Mistefa Barzanî sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

Neviyê Xalid Begê Cibirî Tahsîn Sever, Smaîlê Axa û Baran Hemze jî li ser jiyan, taybetî û têkoşîna Barzanî axaftin kirin. Nivîskar Tahsîn Sever ku di heman demê de neviyê Xalid Begê Cibirî ye, di panelê de bal kişand kurd di meha adarê de şîn û şahiyan bi hev re dijîn û wiha got: “Di vê mehê de li Helepçeyê trajediyeke mezin hate serê kurdan. Ji bo ku kurd bigihijin mafên xwe yên neteweyî û azadî têkoşîneke bêhempa dan. Lê li Helepçeyê gazên kîmyewî li ser kurdan barandin û 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Em îro bi hev re vê şermezar dikin.”

‘Mela Mistefa Barzanî sembola neteweya kurd e’

Tahsîn Sever, destnîşan kir Barzanî tu caran ji şer hez nedikir lê ji neçariyê dest bi şer kiribû û wî di nava hemû destkeftî û têkoşîna kurdan de cih girtibû. Sever, bal kişand ku di dema avakirina Komara Mahabadê ya Kurdistanê de jî Mela Mistefa Barzanî têkoşîneke bêhempa daye û wiha axivî: “Barzaniyê nemir xwe spart kurdan, xwe spart çiyayên Kurdistanê. Heta roja ku mir jÎ wisa dewam kir. Ew sembola têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Taybetiyeke wî ya pir cuda heye, riya pêkvejiyana hemû ol, bawerî û nasnameyên cuda vekir. Rêberekî demokrat bû. Ji fikir û ramanên cuda re tehamûla wî hebû û tim dihişt hemû kes bîr û boçûnên xwe bi hêsanî û azad vebêje.”

Barzanî di 4 saliya xwe de kete Girtîgeha Amedê

Sever, bi bîr xist ku di demên dawî yên Osmaniyan de, artêşa Osmaniyan berê êrîşên xwe dabûn ser kurdan û Barzanî bi diya xwe û malbata xwe re di 4 saliya xwe de li Amedê hate zindankirin. Sever, di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Barzaniyê nemir hêj di 4 saliya xwe de ji ber zilma Osmaniyan hêj zarok bû, ji vê dinyayê fêm nedikir, hate girtin, hate zindanîkirin. Bi diya xwe re berê wî dan Girtîgeha Amedê. Di 11 saliya xwe de li deriyê Mûsilê bi dizî daliqandina birayê xwe yê mezin Şêx Evdilselam temaşe kir. Tiştekî pir zor û zehmet bû. Lê wê rojê biryarek da û got ew ê tu caran bi saxî nakeve destê dujmin.”

Piştî Sever, Smaîlê Axa û Baran Hemze jî li ser jiyan û taybetiya Barzanî axaftin kirin.

(Maşallah Dekak-Rûdaw)

Diğer Haberler