Amed (Rûdaw) – Şaxa Tum Bel Senê ya Amedê, girtina şaredar û rêveberên BDP’ê yên li Wanê bi çalakiya rûniştinê şermezar kir. Di çalakiyê de hate gotin “girtina şaredar û parlamenteran qeleşî ye”.
Endam û rêveberên Sendîkaya Xebatkarên Şaredariyê (Tum Bel Sen) û Sendîkaya Genel Îşê, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civiyan û girtina şaredarên Wanê û navçeyên wê şermezar kirin.Serokê Tum Bel Sena Amedê Medenî Alpkaya, bi bîr xist Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û şaredarên din ên li Wanê bi hinceta “endamtiya KCK”ê hatine girtin û wiha got: “Êdî şaredar û rêveberiya BDP’ê weke endamê rêxistineke derqanûnî tê dîtin. Ka we digot em ê kesên hatine hilbijartin qurbana kesên hatine peywirdarkirin nekin? Dibêjin tiştê ku BDP dike qeleşî ye. Em jî dibêjin girtina kesên bi rayên gel hatine hilbijartin qeleşî ye. Girtina şaredar, parlamenter û hilbijêran qeleşî ye.”
Medenî Alpkaya, destnîşan kir bi girtina şaredaran cara duyemîn erdhejek li Wanê hatiye çêkirin û xwest zordariya li ser BDP’iyan demildest bê rakirin. Alpkaya, bal kişand 7 hezar kurdên ku di nava siyasetê de ne hatine girtin û xwest girtiyên kurd serbest bên berdan. Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.


































