Çok Okunanlar
FOTO GALERİ
Günün Manşetleri
HAVA DURUMU
Ankara 11/30 °C
Diyarbakır 21/37 °C
İstanbul 20/26 °C
KURTEYA ROJNAMEYAN – 14 Adar 2010 (Dengûbas)
14 Mart 2010 Pazar 20:04
Romanên ku dê îro bi Serokwezîr re hevdîtin pêk bînin, 14’ê adarê weke cejin îlan kirin
'Mîna hesin saxlem bin',

Rojnameya Akşamê, nivîsand ku di “111'emîn salvegera merasima ketina Ataturk a Dibistana Cenga Bejayî de surprîza Serfermandarê Giştî Org. Îlker Başbug pêk hatiye.” Rojnameyê di manyeta xwe ya bi sernava “Mîna hesin saxlem bin” de, bi bîr xist ku Başbug par tenê “axaftina spasiyê” kiriye lê îcar di merasimê de xîtabeya Ataturk ku di 1'ê sermaweza 1920'an de ji namzetên sûbayan re hiştibû, xwendiye. Di nûçeyê de, hate gotin ku Başbug gotina Ataturk a “Mîna demir saxlem bin” ji sûbayan re bi kar aniye.

Ji bo cudatiyê hêza peywirê tê avakirin

Rojnameya Sabahê, nivîsand ku li Enqereyê di çarçoveya “rêlibervekirina demokratîk” de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên komên ku rastê firqûmêlî, berderîkirinê tên, sê gavên girîng hatine plankirin.

Di nûçeyê de hate gotin ku gavên bêne avêtin ev in:

1- Li dijî cudatiyê “Hêza Peywirê” ya taybet tê avakirin.
2- Ger cudatî bê tespîtkirin ceza zêdetir dibe.
3- Li dijî cudatî û nexweşbîniyê kampanyaya neteweyî tê amadekirin.

Raza H ya Begum

Hurriyetê, destnîşan kir ku rojnivîska xwendekara zanîngehê Begum Veral ku li Kadikoya Stenbolê, di mala hevalek xwe de ji ber bikaranîna tiryaka zêde jiyana xwe ji dest da, li dadgehê weke delîl tên bikaranîn û ev agahî di manşetê de da.  Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Begum Veral di rojnivîska xwe de tîpa “H” bi kar aniye û niha tê lêkolînkirin ka ev tîp tê maneya roja ku tiryak bi kar tîne yan na. Di nûçeyê de wiha tê gotin:

“Begum Veral, di mêjûyên cuda de, di rojnivîska xwe de nivîsiye 'piştî ji kar derketim çûm ba Aylînê. H.' 'Dema ji kar derketim çûm ba Aylînê, Atasev jî hatibû H.', 'danê êvarê heta saet 4 û nîvan li mal bûm. Di 5'an de me li Burgerê H hev dît.' Ev têbiniyên kurt weke kêfxweşiya Begum hate binavkirin.

Heyeta Dadgehê, biryar da ku Aylîn Bahadira ku ji ber sûceke din girtî ye, ji ber ku tiryak firotiye Begum Veral, girtî bimîne û danişîn taloq kir. Bi hinceta ku tiryak firotine Begum Veral, derbarê Aylîn Bahadir, Atasev Cîn û Erkan Sîzer de heta 15 salan, derbarê Mert Hotamiş de jî 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.”

Romanên ku dê îro bi Serokwezîr re hevdîtin pêk bînin, 14'ê adarê weke cejin îlan kirin

Rojnameya Zamanê, diyar kir ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê nêzî 15 hezar roman dê îro li Stenbolê bi Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin pêk bînin. Di nûçeya bi sernavê “Romanên ku dê îro bi Serokwezîr re hevdîtin pêk bînin, 14'ê adarê weke cejin îlan kirin” de, hate destnîşankirin ku roman di çarçoveya “rêlibervekirinê” de bi otobûsan bi rê ketine û cara ewil dê roman pirsgirêkên xwe bi serokwezîrek re parve bikin. Di nûçeyê de hate gotin ku ji ber vê yekê hin romanan 14'ê adarê weke “cejin” îlan kirine.

Ez jî çûm wargeha PKK'ê ya li Fransayê

Di nûçeya rojnameya Starê ya bi sernavê “Ez jî çûm wargeha PKK'ê ya li Fransayê” de, hate destnîşankirin ku rêberê navdar ê cotkarên frensî Jose Bove diyar kiriye ku ew gelek caran çûye wargeha PKK'ê ya li Fransayê. Di nûçeyê de wiha tê gotin:

“Piştî ku li Îtalya, Fransa û Belçîkayê li hemberûi PKK'ê operasyon pêk hatin, endamê Parlamentoya Ewropayê Parlamenterê Frensî Jose Bove, da zanîn ku haya polîsan ji wargeha PKK'ê ya li Fransayê hebûye. Bove kul i Parlamentoya Ewropayê ya li Strasburgê ji bo piştgiriya PKK'ê bi komek parlamenteran re civîn pêk anî, pejirand ku li herêma wî ya hilbijartinê li Deşta Larzakê wargeha perwerdehiyê ya PKK'ê heye û ew bi xwe jî tevli civînên li wan wargehan bûye. Ji bo ku vê çewlîkê bibînin ji wan re bûm alîkar û 10-15 sal in havînan gelek ciwanên kurd tên li vir perwerdehî dibînin. Ez bi xwe jî weke axaftvan tevli vê wargeha perwerdehiyê bûme.”

Assolîsta TRT Arap ji Misirê anîn

Rojnameya Haber Turkê, da zanîn ku TRT'ê ji bo qenala “TRT7” (Seba) ku dê bi erebî weşan bike, assolîstê ji Misirê transfer kiriye. Di nûçeyê de hate ragihandin ku stranbêja Misirî ku li cîhanê navdar e Emeh Mahîr û Selamî Şahîn, dê bi hev re bernameyên muzîk û şahiyê yên heftane di TRT 7'ê de amade bikin..

Li gorî nûiçeyê, Emel Mahîr ku xwediya “Xelata Plaka Zêrîn” e, dê sitranên bi tirkî bi erebî jî bixwîne.

(Beşa Kurdî-Tirkî ya AKnews'ê)
Mehmet Karabaş
Ömer Çoban
Feyzullah Yalçîn
Video Haber