Çok Okunanlar
FOTO GALERİ
Günün Manşetleri
HAVA DURUMU
Ankara 11/30 °C
Diyarbakır 21/37 °C
İstanbul 20/26 °C
KURTEYA ROJNAMEYAN – 14 Adar 2010 (Nivîs)
14 Mart 2010 Pazar 20:00
* Ger Hîtler tirk bûya, me dê jenosîda cihûyan jî înkar bikira.
Di salvegera 12'ê Adarê de… (Îsmet Berkan – Radîkal)

Qunciknivîskarê Radîkalê Îsmet Berkan, li ser derbeya 12'ê Adarê sekinî û wiha nivîsand: “Di jiyana me ya demokratîk a bi derbeyan birîndar bûye de, cihekî taybet ê muhtiraya ku di nûçeyên nîvro yên saet 13.00'an ên 12'ê Adara 1971'an de hate xwendin û bû sedema îstifakirina Suleyman Demîrel, heye. Navê wê li ser e ji xwe 'muhtira', yanî hişyarî.” Berkan, diyar kir ku muhtira ji aliyê Serfermandar û Fermandarên Hêzan ve hatine îmzekirin û wiha got:

“Dihate gotin ku ger hikûmet îstifa neke dê derbe çêbibe. Îro jî em behsa kirinên cuntakaran, behsa planên derbeyê ku ji aliyê cuntayan ve têne amadekirin dikin. Aliyên îro yên ku dişibin 12'ê adarê jî hene, cudatiyên pir mezin jî hene. Wê çaxê jî şil û ziwa bi hev re dişewitîn, îro jî. Wê çaxê darizandin ji sûcên edlî zêdetir bi sûcên siyasî pêk dihatin, em îro hêj nizanin darizandin dê biçe ku derê. Wê çaxê di nava derbexwazan de rêberên rastîn tunebûn, lê îro hene. Û ji xwe tişta herî girîng jî ev e.”

Em hemû Enver in (Ergun Babahan – Star)

Babahan, bi bîr xist ku piştî Komîsyona Karê Derve ya Meclisa Nûneran a li Amerîkayê, Parlamentoya Swêdê jî pêşnûmeya Jenosîda Ermeniyan pejirandiye û ev tişt nivîsandin: “Ev biryarên qaşo nîn in, biryarên rastîn in. Hikûmet pir sil bû. Hem gazî Sefîrê Washîngtonê hem jî yê Stockholmê kir. Gerên li Amerîka û Swêdê hatin betalkirin.” Babahan, polîtîkayên bi nerazîbûn ên hikûmetê rexne kir û ev tespît kirin:

* Wisa tê fêmkirin ku ev nerazîbûn li hemberî welatên ku pêşnûme pejirandin e, çimkî li hemberî welatên ku berê ev pêşnûme pejirandin tu nerazîbûn tune ye. Ew hem têne ziyaretkirin û hem jî sefîrên me li wir in.

* Wisa dixuye ku giregirên dewletê biryar girtine. Ji biryarê tê fêmkirin ku dê neçin welatên ku piştî 2010'an pêşnûmeya jenosîda Ermeniyan pejirandine û dê li wan deran sefîr nehêlin.

* Çimkî Enver Paşa dibe ku derbekar be, dibe ku dawî li împaratoriyê anîbe, dibe ku 90 hezar ciwanî bi qerisînê mehkûmê mirinê kiribe lê nikare jenosîd bike.

* Ger Hîtler tirk bûya, me dê jenosîda cihûyan jî înkar bikira.

* Bi ya min bila di 24'ê nîsanê de hemû kes pankartên xwe hildin û dakevin kolanan, bila bêjin “Em hemû Enver in, em hemû Îttihatî ne”.

Sitrana cihûyan a ku me rexne dike: “Memleketîm” (Emre Akoz – Sabah)

Emre Akoz, diyar kir ku Midûrê Giştî yê Koma Kovara Turkuvazê Levent Tayla bi telefonê lê geriyaye û wiha gotiye: “Tu koka sitrana 'Memleketîm'a ku Wezîrê Kultur û Turîzmê Ertugrul Gunay û hunermendê kurd Şivan Perwerd bi hev re gotin, dizanî? Di konsera Koroya Şaristaniyên Antakyayê de, li Berlînê gotin ya..” Akoz, wiha berdewam kir:

“Ev sitran cara ewil di destpêka 1970'an de ji aliyê Ayten Alpman ve tê xwendin. Lê qet eleqe nabîne. Di 1974'an de, di dema Operasyona Qibrîsê de tim di TRT'ê de tê gotin. Li ser vê yekê gelek kes ji sitranê hez dikin û plaqa wê careke din çap dikin û pir tê firotin. Melodiya wê weke “anonîm” tê nivîsandin, lê gotinên wê yên tirkî ji aliyê Fîkret Şeneş ve tê  nivîsandin. Wisa dixuye ku divê ev gotina 'anonîm' bê vekolînkirin. Kî dizane? Helbet, pisporê Muzîka Pop a Tirk, lêkolîner Naîm Dîlmener dizane. Lê digerim, dibêje:

Dîlmener, bi salan e rojên şemiyê di Radyoya Vekirî de bernameyeke bi navê 'Cîhan Dizivire' ya dîroka muzîka popê çêdike. Di bernameya wî ya 6'ê adarê de nivîskarê rojnameya Şalom Robert Schîld dibe mêvan.  Mijar: sitrana 'Memleketîm'. Çima? Çimkî ev sitraneke gelêrî ya cihûyan e… Ji Ewropaya Navîn derdikeve. Bi zimanê cihûyan ê 'Yîddîş' tê gotin. Ev sitran di dawiya 1960'î de, dema ji aliyê hunermenda îsraîlî Îlanît ve weke pop tê gotin, bi nav û deng dibe. Heta ji aliyê sitranbêjê frensî Mîreîlle Mathîeu ve jî tê gotin. Ji ber ku wan çaxan modeya 'aranjman'ê hebû, ev beste heta Ayten Alpman tê.”  Akoz, li ser vê agahiya nû, diyar kir ku sitrana “memleketîm” dide nîşan ku muzîk gerdûnî ye.
 
Polîtîkayeke wiha ya derve nabe – 2 (Cengîz Çandar – Referans)

Cengîz Çandar jî polîtîkayên hikûmeta AK Partî ya derbarê pêşnûmeya Jenosîda Ermeniyan de rexne kir. Çandar, bi bîr xist ku Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu, ji Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Carl Bîldt re wiha gotiye: “Ger parlamento rabien tiştekî wiha bikin, bi qasî kaoseke siyasî dê kaoseke entellektuelî jî derkeve holê. Siyasîkirina dîrokê, dê ji bo civakên me jî bibe sedema pirsgirêkên mezin.” Çandar, diyar kir ku ev gotin rast in lê betalkirina gera Erdogan a Swêdê rexne kir.

Çandar got ku “Polîtîkayeke wiha ya derve nabe” û di nivîsa xwe de ev tişt gotin:

“(…) Hikûmeta Tayîp Erdogan neçar e bê ser xwe. Pêvajoya dîplomatîk a Tirkiye-Ermenistanê xitimiye. 'Rêlibervekirina Demokratîk' ketiye roteyeke pir cuda û hêviyên gelê kurd şikestine, baweriya li hemberî hikûmetê kêm bûye. (…) Di şûna ku Tayîp Erdogan û hevalên wî li hemberî derdorê nerazîbûn nîşan didin de, divê bifkirin ku wan li cihek xeletî kiriye û vê xeletiyê bibînin.”
 
(Beşa Kurdî-Tirkî ya AKnews'ê)
Mehmet Karabaş
Ömer Çoban
Feyzullah Yalçîn
Video Haber